NÛÇEYÊN KURDÎ

DIBE KU DERBARÊ ERDHÊJÊ DE LI DIJÎ AFAD’Ê MILYONEK DOZ BÊN VEKIRIN

Hat dîyarkirin ku li dijî AFAD'ê ku piştê erdhêjên 6'ê Sibatê yên li Mereşê pêk hatin û li 11 bajaran bandor kir, gelek rexne lê hatibû kirin, wê milyonek doz bên vekirin.

DIBE KU DERBARÊ ERDHÊJÊ DE LI DIJÎ AFAD’Ê MILYONEK DOZ BÊN VEKIRIN

Hat dîyarkirin ku li dijî AFAD'ê ku piştê erdhêjên 6'ê Sibatê yên li Mereşê pêk hatin û li 11 bajaran bandor kir, gelek rexne lê hatibû kirin, wê milyonek doz bên vekirin.

AFADê daneyên xwe yên aborî yên nîvê ewil a 2023an eşkere kir. Li gor nûçeya Mustafa Bîldîrcîn a ji BirGûnê, AFAD'ê ku ji ber qelsîya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên piştê erdhêja 6'ê Sibatê hate rexnekirin, butçeya ku pêwîst bû ji bo kêmkirina xetereya karesatê û amadekarîyên ji bo felaketên muhtemel hatiba bikaranîn.

Tevahîya lêçûnên ku di xala "Kêmkirina Rîskê û Amadekirina Afatan" de ku ji bo sala 2023an 733 milyon 800 hezar lîre butçe hat veqetandin, di dawîya meha Hezîranê de derket 432 mîlyon û 800 hezar lîre.

Xerckirin di nîvê yekem a 2023 de tê ragihandin ku ji sedî 59 ê budceya salane ye. Pêşbînîyên AFAD'ê yên "Der barê Sazîyê de doz bên vekirin" jî bal kişand. Sazîya ku piştê erdhejên 6'ê Sibatê dihat niqaş û rexne kirin, dîyar kir ku tê texmîn kirin ku ji mîlyonekê zêdetir doz bên vekirin.

Hat hînbûn sazîya ku bi tevahî butçeya wê 8 milyar û 75 milyon Lîre ye di sala 2023yan de di nîvê salê da 66 milyar û 282 milyon lîre xerc kirîye. Hat dîyarkirin ku lêçûnên AFADê yên di heyama Çile-Hezîran a 2023an da ji sedî 820 ji temamê malîyeta ku ji bo sala 2023an hatîye veqetandin derbas kirîye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.