GÜNDEM

DOLAR Û EURO GÎHAŞTIN ASTA DÎROKÎ, GRAMEK ZÊR JI 1700AN DERBAS KIR

Di heyama ku daketina nirxê Lîreyê Tirk berdewam dike, Dolar û Euro îro di asta rekorê de dest pê kir.

DOLAR Û EURO GÎHAŞTIN ASTA DÎROKÎ, GRAMEK ZÊR JI 1700AN DERBAS KIR

Di heyama ku daketina nirxê Lîreyê Tirk berdewam dike,  Dolar û Euro îro di asta rekorê de dest pê kir.

Berîya biryara faîzê ya Bankaya Navendî ya ku sibê wê were eşkerekirin, dolar 27 lîre, ewro jî, ji 30 lîre derbas bû.  Bihayê gramek zêr bû hezar û 715 lîre.

Sûk û bazar li benda biryara rêjeya faîzê ya Banka Navend ya ku wê sibê bê eşkerekirin. Di vê navberê de  nirxê pîyaseya pereyên bîyanî ji sedî 2 zêde bû.  

Di encama zêdebûna ku piştê hilbijartinê dest pê kir de, rêjeya danûstandinê derket ji sedî 35'an. Danê sibê li gor demjimêr 10.23 xulekan, grama zêr bi hezar û 715 lire, Çarîkek jî di asta 2 hezar û 862 lîre û 19 quruşan de ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.