GÜNDEM

DOSYEYÊN KARGEH Û NEXWEŞXANEYÊ YÊN MALBATA ŞENYAŞAR KIRIN YEK

Nobeda Edaletê ya ji alîyê Malbata Şenyaşar ve hatîye destpêkirin di roja xwe ya 697’an de berdewam kir.

DOSYEYÊN KARGEH Û NEXWEŞXANEYÊ YÊN MALBATA ŞENYAŞAR KIRIN YEK

Nobeda Edaletê ya ji alîyê Malbata Şenyaşar ve hatîye destpêkirin di roja xwe ya 697’an de berdewam kir.

Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ji malên xwe yên li navçeya Pirsûsê hatin ber edlîyeya Rihayê û bi vekirina pankarta "Edalet" dest bi nobedê kirin. Derbarê doza komkujîya Malbata Şenyaşar ya li kargeh û nexweşxaneyê ya ku li Meletîyê tê dîtin de, geşedanên nû çêbûn. Berîya niha, ji alîyê dadgeha sêyemîn ya cezayê giran a Meletîyê ve li Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh, li Enver Yildiz jî 18 saş cezayê hepsê hatibû dayin. Her wiha ev ceza ji alîyê dadgeha Edlîyeya Herêmî ya Dîlokê ve hatibû betal kirin û niha jî dadgeha cezayê giran ya 5emîn ya Meletîyê herdû dosyayên dozê kirin yek. Biryara yekbûnê ya ku ji alîyê dadgeha îstînafê û parêzerên malbata Şenyaşar ve hat xwestin, ji alîyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletîyê ve hat dayîn. Bi vî awayê wê nirxandina girtîyên di her du dosyeyan de, ji alîyê heman dadgehê ve bê kirin.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.