NÛÇEYÊN KURDÎ

DOZA GIRTINA 16 ROJNAMEVANAN BIRIN AYM’Ê

Lêpirsîna ku bi îdîaya ‘endamtîya rêxistinê’ ji alîyê Serdozgerê Komarê ya Amedê hat meşandin û 16 rojnamevan hatin girtin, parêzerên girtîyan doza wan birin Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM).

Parêzerên girtîyan di serlêdanê de bal kişandin ser girtina rojnamegeran û wiha gotin: “Rojnamevanên muxalîf ku di sazîyên çapemenîyê yên Kurd de dixebitin girtina wan a ji ber karên wan ên pîşeyî binpêkirina mafên wan e. Bi girtina wan tê xwestin ku çapemenîya Kurd were bêdengkirin, sînor li têgeha civaka demokratîk bê danîn. Ji ber vê yekê girtina wan meşrû nîn e.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.