NÛÇEYÊN KURDÎ

DOZA KOMKUJÎ YA ÎSRAÎLÊ DEST PÊ KIR!

Danişîna doza "komkujî" ya Îsraîlê ya ji hêla Afrîqaya Başûr ve li ICJ hatibû vekirin, li Laheyê îro dest pê kir. Îsraîl wê sibe parastina xwe bike.

DOZA KOMKUJÎ YA ÎSRAÎLÊ DEST PÊ KIR!

Yekemîn danişîna doza ku ji alîyê Komara Afrîqaya Başûr ve li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) bi hinceta ku Îsraîl li Gazeyê komkujî kirîye li Laheyê dest pê kir.

 

Parêzer Adîla Hasîm ku di danişînê de nûnertîya doza Afrîqaya Başûr kir, wêneyên gorên komî yên ku cenaze lê hatibûn definkirin nîşan da. Her wiha sûcên ku Îsraîl kirine yek bi yek hatin jimartin.

 

Di danişîna îro de wê daxwazên Afrîqaya Başûr ên ji bo tedbîrên demkî bên guhdarkirin û di danişîna sibe de jî heyeta Îsraîlê parastina xwe bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.