NÛÇEYÊN KURDÎ

DTSO: DI 10 SAL DE 13 HEZAR ŞÎRÎKET NÛ AVA BÛN, 2 HEZAR JÎ HATIN GIRTIN

Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) dîyar kir ku li Amedê di nava 10 salên dawî de zêdeyê 2 hezar şîrîket hatine girtin.

DTSO: DI 10 SAL DE 13 HEZAR ŞÎRÎKET NÛ AVA BÛN, 2 HEZAR JÎ HATIN GIRTIN

 Li gorê daneyên DTSO’yê ku daneyên di navbera salên 2020-2023’an de parve kir, hat dîyarkirin ku di dawîya sala 2023’an de hejmara endaman 22 hezar û 798 e.

Hat destnîşankirin ku herî zêde endam di beşên binesazîyê, înşaet û enerjîyê de bûn. Di sala 2023an de 2 hezar û 137 şîrîket hatin avakirin û 472 şîrîket hatin girtin.

Hat ragihandin ku li gor daneyên 10 salên dawî li Amedê bi giştî 13 hezar û 914 şîrîket hatine avakirin, hejmara şîrîketên hatine girtin jî 2 hezar û 322 ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.