NÛÇEYÊN KURDÎ

DTSO DI CIVÎNA XWE YA HEZÎRANÊ DE BANGA ARAMÎ Û AQLÊ SELÎM KIR

Civîna Meclisa Asayî ya Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê ya di meha Hezîranê de bi mijara bûyera li navçeya Bismilê ku gelek kesan tê de jîyana xwe ji dest dabûn pêk hat.

Di daxuyanîya nivîskî ya piştê hevdîtinê de wiha hat dîyarkirin, “ji bo ku li herêm û bajarê me bûyerên bi vê rengê çênebin, divê pêvajoyên qanûnî bi lez bên encamdan, pirsgirêkên ku ji yekgirtinê derdikevin rast bên tespîtkirin û di heman demê de ben çareserkirin.

Rêxistinên sivîl ên bajar, Ru Sipî û her hemwelatîyekî ku li bajêr dijî, divê li hember mijarên ku dibe sedema dijminatîyê hestîyartir bin û ji bo berdewamîya aştîya civakê çi ji destê kê tê bikin.

Weke Meclîsa DTSO’yê em dibînin ku ji bo çareserîya van pirsgirêkan bi rêxistinên xwe yên sivîl, Ru Sipîyên herêmê û hemwelatîyên xwe re avakirina komîteyeke lihevanînê ferz e.

Rehma Xwedê li kesên ku di bûyera li Bismilê de jîyana xwe ji dest dane be, em ji xizmên wan re sersaxîyê û sebrê dixwazin. Em bang li alîyên ku şer kirine dikin û dijên aram bin, hişyar bin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.