NÛÇEYÊN KURDÎ

ERDOGAN WÊ ÎRO LI MECLÎSÊ SOND BIXWE, ÎŞEV KABÎNEYA NÛ DÎYAR DIBE

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan îro demjimêr di 15.00an de wê li Meclisê sond bixwe.

ERDOGAN WÊ ÎRO LI MECLÎSÊ SOND BIXWE, ÎŞEV KABÎNEYA NÛ DÎYAR DIBE

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan îro demjimêr di 15.00an de wê li Meclisê sond bixwe.

Serok û wezîrên welatên derve jî wê beşdarê merasîmê bibin. Tê payîn ku Erdogan îro danê êvarê li Kulîyeya Çankayayê kabîneya xwe ya nû eşkere bike. Bi eşkerebûna encamên qethî yên hilbijartina 2023an re Serokomar Erdogan wê ewil mazbateya xwe ji Serokê Demkî yê Meclîsê Devlet Bahçelî werbigre û paşê li Meclisê sond bixwe. 20 lîderên cîhanê wê li Meclîsê amade bin û li merasima sondxwarina Serokomar Erdogan temaşe bikin. Li gel lîderan wê ji 45 welatan wezîr jî beşdar bibin. Êvara merasîma sondxwarinê, Erdogan wê endamên kabîneya nû li Qesra Çankayayê eşkere bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.