GÜNDEM

DTSO JI BO XWENDEKARÊN DERSA KURDÎ HILBIJÊRIN WÊ TABLET BÊ DÎYARÎ KIRIN

Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) dîyar kir ku ew ê tabletan bidin xwendekarên ku dersên kurdî tercîh dikin.

DTSO JI BO XWENDEKARÊN DERSA KURDÎ HILBIJÊRIN WÊ TABLET BÊ DÎYARÎ KIRIN

Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) dîyar kir ku ew ê tabletan bidin xwendekarên ku dersên kurdî tercîh dikin.

Pêvajoya hilbijartinê ya dersên bijarte yên ku wê di nîvsala duyemîn a sala perwerdehîyê ya 2022-2023an de bên dayîn, wê heta 10ê Sibatê berdewam bike. Polên 5, 6, 7 û  8 wê ji bilî dersên olî, wê dersên zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî jî hilbijêrin. DSTO wê bi giştî 500 tabletan ji bo xwendekarên ku dersa Kurdî tercîh dikin wek dîyarî bikin. Sala par jî, ji bo xwendekarên dersa Kurdî tercîh kiribûn ji alîyê DTSOyê ve wek dîyarî tablet hatibûn belav kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.