NÛÇEYÊN KURDÎ

DTSO, LI BISMILÊ BI ENDAMÊN XWE RE CIVÎN LI DAR XIST

Odeya Pêşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) li navçeya Bismilê di xwarina fitarê de bi endamên odeyê re hat cem hev û civîna nirxandinê pêk lidarxist.

Beriya Civînê Serokê DTSO Mehmet Kaya, ligel endamên odeyê serdana esnafên navçeyê kir. Alîkarê Serokê Giştî yê DTSOyê Erdal Avşar, derbarê xebatên nûnertîya DTSO ya Bismilê de daxuyaniyeke berfireh da.

Serokê Borseya Bazirganî ya Amedê (DTB) Engîn Yeşil, di axaftina xwe ya civînê de got, “Di çareserkirina pirsgirêkên endaman de em bi Borseya Bazirganî ya Amedê û Odeya Pêşesazî û Bazirganiyê ya Amedê bi hevkarî tevdigerin. Di dawiya civînê de Serokê DTSO Mehmet Kaya, derbarê xebat û projeyên odeyê de agahî da Kaya, îfade kir ku li 3 navçeyên wek Bismil, Erxenî û Farqînê nûner hene û endamê wan bixwazin dikarin li wan nûnertîyan karê endamtîyê birêve bibin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.