NÛÇEYÊN KURDÎ

DTSO WÊ LI HEWSELÊ MÎHRÎCANA GASTRONOMÎ Û MUZÎKÊ LI DAR BIXE

Navenda Înovasyonê ya Gastroyê ku ji alîyê Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) ve hatîye avakirin, dawîya hefteyê wê îmzeyê bavêje binê organîzasyoneke cuda.

DTSO xwe amade dike ku 30’ê Îlonê roja Şemîyê li Baxçeyên Hevselê “Mîhrîcana Hewselê” li dar bixe.

Di çarçoveya çalakîyê de wê bal were kişandin ser çêjên taybet ên bajêr ku bi berhemên berê yên li Hewselê hatine çandin, û bal were kişandin ser Baxçeyên Hewselê yên ku berê bajar dixwarin û dewlemendîya xwarinên bajêr peyda dikirin.

Li Baxçeyên Hevselê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digire, wê çanda gastronomî û muzîka bajêr bi hev re were pêşkêşkirin û wê çalakî ji her kesî re vekirî be. Bernameya festîvalê wê piştre bê parvekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.