NÛÇEYÊN KURDÎ

DYA: SÛDAN JI BO 72 DEMJIMÊRAN LI SER AGIRBESTÊ LI HEV KIRIN

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, ragihand ku alîyên li Sûdanê ji bo 72 saetan agirbestek li seranserê welat, ku ji nîvê şeva 24ê Nîsanê û pê de dest pê dike, li hev kirine.

Blinken, derbarê pevçûnên li Sûdanê de daxuyanîyeke nivîskî weşand û wiha got: "Piştê muzakereyên dijwar ên 48 demjimêrên dawî, Hêzên Çekdar û Hêzên Piştgirîya Bilez (HDK) yên Sûdanê li ser agirbesteke neteweyî ya ku wê ji nîvê şeva 24ê Nîsanê û pê de dest pê bike û 72 demjimêran berdewam bike, li hev kirine.” Blinken dîyar kir ku ew ê xebatên xwe yên ji bo serdestîya sivîl bi alî û şirîkên şerê li Sûdanê re bidomînin. Di vê navberê li ser hesabê Twîtterê yê Hêzên Piştgirîya Bilez, hat ragihandin ku wan bi navbeynkarîya DYA'yê agirbest qebûl kirin e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.