NÛÇEYÊN KURDÎ

EGÎTÎM SEN: DIVÊ QANÛNA PÎŞEYA MAMOSTEYAN BÊ BETALKIRIN

Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) bi wesîleya 24'ê Mijdarê Roja Mamosteyan civîna çapemenîyê li dar xist.

EGÎTÎM SEN: DIVÊ QANÛNA PÎŞEYA MAMOSTEYAN BÊ BETALKIRIN

Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) bi wesîleya 24'ê Mijdarê Roja Mamosteyan civîna çapemenîyê li dar xist. Di civîna ku xebatkarên perwerdeyê jî tê de amade bûn, Seroka Giştî ya Egîtîm Senê Necla Kûrûl axivî. Kûrûlê bal kişand ku mamosteyên hemû cîhanê di heman demê de “Roja Mamosteyan” pîroz dikin û destnîşan kir ku 24'ê Mijdarê ku li Tirkîyeyê tê pîrozkirin bermayîya berhemên 12'ê Îlonê ye û wiha got: "Îro ji ber ku bi sed hezaran mamoste, ji ber kirê û fatûreyên zêde bi zehmetî debara jiyana xwe dikin, gotinên vala yên tên gotin ji bo mamostayan ti wateya wê tune ye." Kûrûlê diyar kir ku di 9 salên dawî de mûçeyên mamostayan kêm bûye û got, “Daxwazên me yên bingehîn ên ku bi salan e me anîne ziman, nehatine bicihanîn û ji bo pirsgirêkên ku em dijîn, çareseriyên mayînde pêknehatine. Em li dijî vê yekê ne ku tê xwestin mamosteyan bikin 'karmendê hikûmetê', û her wiha bi navê kariyerê dabeşkirina mamosteyan û ji tayînkirina bi torpîlê ya siyasî re em îtîrazê dikin. Divê rêziknameya Qanûna Pîşeya Mamosteyan bê betalkirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.