GÜNDEM

ELÎF TURAN: LI AMEDÊ JI HER 2 TESTAN 1 POZÎTÎF E

Di van rojên dawî de hejmara pêketîyê vîrusa koronayê her ku diçe zêde dibe.

ELÎF TURAN: LI AMEDÊ JI HER 2 TESTAN 1 POZÎTÎF E

Di van rojên dawî de hejmara pêketîyê vîrusa koronayê her ku diçe zêde dibe.

Li gor zanîyarîyên ku wezareta tenduristîyê parvekirîye hefteya bûrî 117 hezar û 95 kes bi şopê ketine.

Seroka Jûra Bijîşkên Amedê Elîf Turan parve kir ku, hejmera welatîyên bi vîrusa koronayê ketine zêdetir e. Elîf Turan bilêv kir ku “Wezareta Tenduristîyê zanyarîyên zelal bi me re û bi raya giştî re parve nake. Li gor lêkolînên me em dizanin ku li Amedê ji 2 kesên ku serdanê testên koronayê dikin 1 kes testa wî pozîtîf e. Ev jî dide xûyakirin ku hejmar gelek zêde ye.” Elîf Turan şermezarkirinên xwe li wezareta tenduristîyê kir û got “Ji bo dema geşta havînê zanyarîyan diveşirên û kêm nîşan didin. Lê em dibînin ku hejmar ne wek wan e. Pêwîst e her dem parastina koronayê were pêk anîn û rêvebirên fermî jî karên xwe baş bi cîh bînin”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.