NÛÇEYÊN KURDÎ

SAZÎYA GOŞT Û ŞÎR, WÊ BI BIHAYÊN ERZAN GOŞTÊ SOR BIFROŞIN QESABAN

Sazîya Goşt û Şîr (ESK) ji ber bihabûna goşt, wê goştê sor bi erzanî bifiroşe qesaban.

SAZÎYA GOŞT Û ŞÎR, WÊ BI BIHAYÊN ERZAN GOŞTÊ SOR BIFROŞIN QESABAN

Sazîya Goşt û Şîr (ESK) ji ber bihabûna goşt, wê goştê sor bi erzanî bifiroşe qesaban.

Bi protokola ku di navbera Gerînendeyê Giştî yê ESK'ê Mûstafa Kayhan û Serokê Federasyona Qesabên Tirkîyeyê Osman Yardimci de hat îmzekirin, ESK wê goştê erzan bifroşin esnafên ku endamên Federasyona Qesaban in.

Kayhan da zanîn ku ji bo rawestandina bihabûna goştê sor a li pîyaseyê û ji bo pêşîgirtina li tevgerên spekulatîf ên ji ber valahîya tedarikê, ew ê tedbîrên xwe bidomînin. Li qesabên ku dikarin ji kombine û serjêgehên Sazîya Goşt û Şîr bikirin, tê hêvî kirin ku kîloya qîyme 200-210 lîre û goştê hûrkirî jî di navbera 220-230 de wê bê firotin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.