GÜNDEM

PIŞTÊ CEZAKIRINÊ DI BIHAYÊ SIWAREYÊN DESTÊ DUYEMÎN ERZANÎ PÊK HAT

Piştê ku ji ber bihayên zêde yên di siwareyên destê duyemîn de pêk dihatin, dest bi ceza dayînê hat kirin, di bihayê siwareyan de erzanî çêbû.

PIŞTÊ CEZAKIRINÊ DI BIHAYÊ SIWAREYÊN DESTÊ DUYEMÎN ERZANÎ PÊK HAT

Piştê ku ji ber bihayên zêde yên di siwareyên destê duyemîn de pêk dihatin, dest bi ceza dayînê hat kirin, di bihayê siwareyan de erzanî çêbû.

Wezareta Bazirganîyê dîyar kiribû ku meha borî li kargehên ku berevajî qedexeyên danûstendinan derketine  bi tevahî 35 milyon û 110 hezar û 527 lîre cezayên îdarî hatîye birrîn.

Wezîrê Bazirganîyê Omer Bolat, dîyar kir ku ji ber cezayên ku hatine dayîn bihayên siwareyên destê duyemîn de erzanî çêbûye û wiha got, “Mîpulasyonên buhabûna li ser malperên reklamê yên serhêl zirarê dide gelek sektoran.

Me derbarê van reklaman de rêzikname derxist û di rêziknameyê de tê dîyarkirin ku wê derbarê van reklaman de cezayên giran li wan bên birrîn. Ji niha de bandora vê yekê jî xuya bû.

Di pîyaseya otomotîvê de firotina destan ji sedî 10-15 kêm dibe. Berîya her tiştê divîyabû stokên zêde bihatana eşkerekirin.

Demek dirêj e di sektora xanîyan de enflasyoneke zêde ya bihayan tune ye. "Em li ser xwarin û bazarên din jî kontrolên tund pêk tînin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.