NÛÇEYÊN KURDÎ

AVAHÎYÊN TOKÎ YÊN MEXDÛRÊN ERDHÊJÊ DAWÎYA MEHÊ TÊ TESLÎMKIRIN

Avahîyên ku li Amedê ji bo mexdûrên erdhêjê hatine çêkirin, tê payîn ku di dawîya meha Mijdarê de radestê xwedîyê yê maf bên kirin.

AVAHÎYÊN TOKÎ YÊN MEXDÛRÊN ERDHÊJÊ DAWÎYA MEHÊ TÊ TESLÎMKIRIN

Avahîyên ku li Amedê ji bo mexdûrên erdhêjê hatine çêkirin, tê payîn ku di dawîya meha Mijdarê de radestê xwedîyê yê maf bên kirin.

Li Amedê ku di erdhêja 6ê Sibatê de 6 avahî hilweşîyan û bi hezaran avahî xisareke mezin dît, di meha Adarê de TOKÎ temelê 6 hezar û 40 xanîyan avêt.

Li gor zanyarîyên bi dest ketin, 242 xanî di dawîya vê mehê de bên radestkirin. Tê payîn ku 500 xanîyên TOKÎ yê jî heta dawîya meha Berfanbarê bên teslîmkirin.

Her wiha 2 hezar xanîyên ku xebatên binesazîyê yên wek ceyran û av bi dawî bûne, piştê 3 mehan, yên mayî jî piştê 6 mehan wê ji xwedîyên wan re bên dayîn

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.