GÜNDEM

LI KURDÎSTANÊ BERMAYÎYÊN BAJARÊ ASÛRÎYAN HATIN DÎTIN

Li herêma Silêmanîyê, bermahîyên bajarên Asûrîyan hatin dîtin.

LI KURDÎSTANÊ BERMAYÎYÊN BAJARÊ ASÛRÎYAN HATIN DÎTIN

Li herêma Silêmanîyê, bermahîyên bajarên Asûrîyan hatin dîtin.

Di encama kolandinê de ku ji alîyê ekîba arkeolojîyê ya Japonî û Midûrîyeta Berhemên Dîrokî ya Silêmanîyê ve, ji bo demekê hate kirin, li girê Yasîn Tepe ku dikeve sînorê bajarokê Tancero yê bajarê Silêmanî ya Herêma Kurdistana Federe, bermahîyên dîrokî derketin holê..

Walîyê Silêmanîyê Heval Ebubekir, di daxuyanîyekê de ragihand ku tîmên kolandinê bi taybet li ser serdema Asûrîyan kar dikin û di kolandinê de avahî û kolanên di bin axê de hatine dîtin.

Heval Ebubekir dîyar kir ku avahîya ku hat dîtin ku bi keviran hatîye çêkirin, xwedî dîmeneke bêhempa ye û endezyarîyeke hosta ye.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.