NÛÇEYÊN KURDÎ

ELÇÎ Û EREN DI DAXUYANÎYÊ DE BANGA BEŞDARBÛNÊ KIRIN

Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî Parêzer Turkan Elçî û Serokê Baroyê ya Amedê Nahît Eren ji bo daxuyanîya ku derbarê betalkirina biryara dadgehê ya guhdarkirina Ahmet Davûtoglû ya ji bo doza Tahîr Elçî, banga daxuyanîya ku wê di 27’ê îlonê ya 2022’yan de li ber Edlîyeyê ya Amedê bê dayîn, kir.

Elçî û Eren di dayuyanîya nivîskî ya hevpar de dîyar kirin ku biryara guhdarkirina Ahmet Davûtoglû ku wek şahid wê hatiba guhdarkirin, bi daxwaza Serdozgerîya Cumhurîyetê ya Amedê ji alîyê Dadgeha Cezayê ya Giran a 10’emîn bi rayên piranî hate betalkirin û wiha domandin: “Em vê helwesta bêcidîyet a ji bo dosyeya dozê ya Tahîr Elçî tu carê napejirînin. Em wek Baroya Amedê û Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî, li Yekîtîya Baroyên Tirkîyeyê, Rêvebir û Serokên Baroyên 81 bajaran û hemû parêzerên ku ew nûnerên serbixwe yên parastinê ne, bang li wan dikin ku di 27’ê îlonê de saet di 14:00’yan de bi cubbeyên xwe beşdarê daxuyanîya çapemenîyê ya li ber Edlîyeyê ya Amede bin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.