NÛÇEYÊN KURDÎ

EMÎNE ŞENYAŞAR: EZ Ê DI CEJNÊ DE LI BER DADGEHÊ BIM

Nobeda Edaletê ya li ber Edlîyeya Rihayê berdewam dike Emîne Şenyaşar wiha got, “Em ê di Cejna Remezanê de jî li vir bin.

EMÎNE ŞENYAŞAR: EZ Ê DI CEJNÊ DE LI BER DADGEHÊ BIM

Nobeda Edaletê ya li ber Edlîyeya Rihayê berdewam dike Emîne Şenyaşar wiha got, “Em ê di Cejna Remezanê de jî li vir bin. Piştê cejnê ez ê êvaran jî naçim malê." Nobeda Edaletê ku di 9’ê Adara 2021’an de, ji alîyê Ferît Şenyaşar û diya wê Emîne Şenyaşar a ku herdu kurê wê û mêrê wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji alîyê xizmên Wekîlê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hat qetilkirin dest pê kirîbû, li ber Edlîyeya Rihayê, ev 415 roj in berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, serê sibê hatin Edlîyeya Rihayê ya 42 kîlometre dûrî mala xwe ya li navçeya Pirsûsê ye û dest bi nobetê kirin. Malbat di derbarê têkoşîna edaletê de agahî dide parêzer û welatîyên ku di saetên kar de diçin edlîyeyê.

Emîne Şenyaşar a ku tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristîyê Nobeda Edaletê berdewam dike, diyarkir ku ji Cejna Remezanê re çend roj mane û wiha got: “Em ê di Cejna Remezanê de jî li vir bin. Heta kurê min neyê berdan ez ji edlîyeyê dernakevim. Edlîye bûye mala min. Ez ê cejnê li vir derbas bikim, ne bi zarok û nevîyên xwe re. Bila qeydên nexweşxaneyê bên dîtin, berpirsyarên qetlîamê bên girtin. 1-2 kesan malbata min nekuştine. Gelek kes hebûn. Bi zilmeke mezin hatin kuştin. Bila cezayê xwe bigirin. Çima ew berdidin? Berîya ku Fadilê min were ji min re qedexe ye ku ez li mal rûnim.  Piştê cejnê ez êvaran naçim malê. Ez ê bi şev jî li ber edlîyeyê razêm. Êdî bes e, bila kurê min berdin. Ma wijdanê wan nîne?"

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.