NÛÇEYÊN KURDÎ

“EM PÊVAJOYEKE DEMOKRATÎK Û ADÎL YA HILBIJARTINÊ DIXWAZIN”

Li Amedê 97 Sazîyên Civaka Sivîl, rêxistinên Pîşeyî û Karsazîyê, derbarê operasyonên ku navenda wê Amed li 21 bajaran hatin kirin û tê de 128 kes hatin binçavkirin de daxuyanîyeke hevpar dan.

“EM PÊVAJOYEKE DEMOKRATÎK Û ADÎL YA HILBIJARTINÊ DIXWAZIN”

Li Amedê 97 Sazîyên Civaka Sivîl, rêxistinên Pîşeyî û Karsazîyê, derbarê operasyonên ku navenda wê Amed li 21 bajaran hatin kirin û tê de 128 kes hatin binçavkirin de daxuyanîyeke hevpar dan.

Di daxuyanîya nivîskî ya ku hat weşandin de wiha hat gotin, “Di pêvajoya ku qasê 17 rojan ji hilbijartinên ku wê di 14ê Gulanê de bên kirin re ma ye û di demeke ku propagandaya hilbijartinê zêde bûye de, binçavkirinên avêtina ser malan, di warê hilbijartinên adil û rast û ewlekarîya hilbijartinê de li seranserê welêt bi taybetî jî li bajarê me ji alîyê ewlehîya hilbijartinan ve bû sedema fikaran.

Li Tirkîyeyê bi awayekî pir keyfî maf û azadîyên bingehîn tên binpê kirin. 

Em gelek caran dibin şahidê pêvajoyên ku parêzer, parêzvanên maf, sîyasetmedar, rojnamevan, hunermend û rêxistinên sivîl dibin hedefa darazê û rastê gefên sûc tên.  Bi taybetî di dema kampanyaya hilbijartinê de, çavtirsandin û astengîyên ku ji alîyê darazê ve tên çêkirin, mixabin fikarên me yên li ser ewlehîya hilbijartinê zêde dikin.

Em berpirsên hilbijartinên demokratîk û adil vedixwînin erka xwe. Ji bo fikarên ku ji ber lêpirsîna ku nêzî hilbijartinê dest pê kir û mijara binçavkirinan; Em hêvî dikin ku lêpirsîn zû bi dawî bibe û kesên hatine binçavkirin serbest bên berdan.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.