GÜNDEM

XEZÛREK ZAVÊ XWE Û BIRAZÎYÊ WÎ DA BER KÊRÊ

Li Amedê hat îdîakirin ku kesek li kolanê zavayê xwe û birazîyê wî da ber kêrê. Bûyer duh bi şev saet di 03:00 de li navenda navçeya Rezanê qewimî.

XEZÛREK ZAVÊ XWE Û BIRAZÎYÊ WÎ DA BER KÊRÊ

Li Amedê hat îdîakirin ku kesek li kolanê zavayê xwe û birazîyê wî da ber kêrê. Bûyer duh bi şev saet di 03:00 de li navenda navçeya Rezanê qewimî.

Hat îddîakirin ku di navbera xezûr û zava de pirsgirêk hebûye û ji ber vê jî duh bi şev zava û birazîyê wî dema di kûçê de dimeşîya ji alîyê xezûr ve rastê êrîşa bi kêr hatin. Tîmên tenduristîyê kesên birîndaran ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. Ji alîyê din ve hat îdîakirin ku piştê bûyera di navbera xezûr û zavayê wî de, vê carê malbata zava bi kevir û daran avêtine ser mala xezûrê wî. Di serdegirtina ku bi şev pêk hat de malbata xezûr jî ji malê bi çek gule li malbata zava reşandin. Hêzên ewlehîyê derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.