NÛÇEYÊN KURDÎ

“EM PEYMANA WAN A KAR JÎ Û VÊ PERGALÊ JÎ QEBÛL NAKIN”

Şaxa Herêma Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristîyê ya Şoreşger (Dev Sağlık-Îş), derbarê peymanên kolektîf ên kargehên cemawerîyê, pirsgirêk û daxwazên xwe eşkere kir.

Di daxuyanîyê de hat wiha hat gotin, "Welatê me ev demeke gelekî dirêj e bi reqemên enflasyonê yên bilind re têdikoşe. Îro ferqa mûçeya karkerên bi peyman û yên bi mûçeya herî kêm dixebitin gav bi gav kêm dibe.

Em van peymanên ku tê de ji bilî mafên darayî yên ku di çarçoveya Protokola Çarçoveya Giştî de hatine dayîn tu qezenceke din tune ye û vê pergalê qebûl nakin.

Em weke Sendîkaya DÎSK'ê ya Saglik-Îş'ê, bang li rayedaran, bi taybetî jî bang li sendîkaya kardêran (TÛHÎS) dikin ku ji bo çareserîya vê pirsgirêkê berpirsyarîyê hilgirin û çareserîyekê peyda bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.