NÛÇEYÊN KURDÎ

LI GAZE’YÊ ZÊDETIRÊ 40 HEZAR AVAHÎ WÊRAN BÛNE

Hat ragihandin ku di êrîşên dijwar ên Îsraîlê yên ku 32 roj in li ser Gazeyê hatîye dorpêçkirin de 40 hezar xanî bi temamî wêran bûne.

LI GAZE’YÊ ZÊDETIRÊ 40 HEZAR AVAHÎ WÊRAN BÛNE

Serokê Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê ya li Gazeyê Selame Maruf di civîna çapemenîyê de derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê de agahî da.

Maruf got ku Îsraîl ji 7ê cotmehê heta niha li Gazeyê 10 hezar û 328 kes ku 4 hezar û 237 jin û 2 hezar û 719 jê zarok in, kuştine û nêzê 26 hezar kes jî birîndar kirine.

Maruf bal kişand ser wê yekê ku goristanên li bajarê Gazeyê tije ne û wiha axivî, "Ji ber sûcên girseyî yên dagirkerîya Îsraîlê li dijî sivîlan, êdî cîh ji bo definkirinê nemaye." Maruf her wiha ragihand ku 48 rojnameger hatine kuştin.

Maruf dîyar kir ku ji 7e cotmehe vir ve Îsraîl di êrîşên li ser Gazeyê de zêdetirê 30 hezar ton teqemenîyê bi kar anîye û dîyar kir ku di van êrîşan de 40 hezar mal hilweşîyane û 222 hezar xanî jî zirar dîtine.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.