NÛÇEYÊN KURDÎ

EMO, ESM: BIHABÛNÊN KU DI 1’Ê HEZÎRANÊ DE HAT BILA BÊ RAKIRIN

Odeya Endezyarên Elektrîkê (EMO) û Sendîkaya Kedkarên Giştî ya Pîşesazîya Enerjî û Madenê (ESM) ya Şaxên Amedê, di derbarê zêdekirina ceyran, gaza xwezayî û mazotê ya di 1'ê Hezîranê de, daxuyanî dan.

Serokê ESM'ê yê Şaxa Amedê Sefer Tugrul, nivîsa çapemenîyê xwend. Tugrul, dîyarkir ku bi mîlyonan feqîr, kedkar, teqawît û memûr barê krîza aborî hildigirin ser milên xwe. Tugrul, di berdewama daxuyanîyê xwe de wiha got; "Peywira hikûmetan ne dewlemendkirina kesekî ye, divê hewildana wan ji bo gel bigihîje mafê enerjîya giştî be." Tugrul xwest ku bi lezgînî ev bihabûnê bê rakirin û wiha got: "Pêwîst e ku polîtîkaya enerjiyê ne ji bo fînansekirina çend xwedîyên sermayeyê, ji bo zêdekirina refaha gel bê meşandin. Ger wiha nebe, zêdekirina bihayê ceyranê wê bibe sedema xizanîya enerjîyê bi taybetî li herêmê û li seranserê welêt. "

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.