NÛÇEYÊN KURDÎ

ENDAMÊ RTÛKÊ TAŞÇÎ JI BO GOTINÊN ERDOGAN DAXWAZA LÊKOLÎNÊ KIR

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, di Civîna Koma Meclisê ya AKP’ê ya 1ê Hezîrana 2022an de, bi boneya salvegera berxwedana Gezîyê, di nirxandina xwe de gotinên sosret bikaranîbû.

Endamê Lîjneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) Îlhan Taşcî, dîyarkir ku peyvên ku tên bikaranîn, ji bo şermezarkirinê ya li civakê hatine bikaranîn û xwest di derbarê axaftinê de lêpirsîn bê vekirin. Taşcî, ji bo lêkolînê serlêdana nivîskî kir û dîyarkir ku gotinên Erdogan nayên qebûlkirin. Taşçî di berdewama axaftina xwe de wiha got; “Di dewleta hiqûqê de, ji alîyê exlaqî û hiqûqî ve ne mimkûn e ku kes ji ber çi sedemê û di kîjan pozîsyonê de dibe bila bibe, bi çêr, heqaret û gotinên sosret bangê kes an jî kesên din bike û binav bike. Di weşana zindî de bikaranîna van îfadeyan li dijî bi mîlyonan welatîyan nayê fikirîn û nayê qebûlkirin. Ev gotinên hovane û sosret ku ji alîyê 84 mîlyon welatîyan ve tên bihîstin, divê ji alîyê RTÛK'ê neyê paşguhkirin. RTÛK nikare hem li hember vî zimanî hem jî ji nerehetîya ji vî zimanî çavê xwe bigire.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.