NÛÇEYÊN KURDÎ

ERÎŞA LI NEXWEŞXANEYA DOSTANÎ YA TIRKÎYEYÊ HAT ŞERMEZARKIRIN

Wezareta Karên Derve êrîşa Îsraîlê ya li dijî Nexweşxaneya Dostanî ya Tirkîye û Filistînê ya li Gazeyê şermezar kir.

ERÎŞA LI NEXWEŞXANEYA DOSTANÎ YA TIRKÎYEYÊ HAT ŞERMEZARKIRIN

Wezareta Karên Derve êrîşa Îsraîlê ya li dijî Nexweşxaneya Dostanî ya Tirkîye û Filistînê ya li Gazeyê şermezar kir.

 

 

 

Di daxuyanîya ku ji alîyê Wezaretê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku her çend hemû agahîyên pêwîst di serî de koordînatên sazîyê ku yekane nexweşxaneya penceşêrê ya li Gazeyê ye, di serî de bi Îsraîlê re hatibû parvekirin jî, ravekirina êrîşke wiha tune ye.

Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku dorpêçkirin û êrîşên dijmirovahî yên ku bi armanca gelê Filistînê li Gazeyê ji mafên wan ên herî bingehîn bêpar bihêlin, binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye.

Di daxuyanîyê de hat gotin, "Divê Îsraîl êrîşên xwe yên bêcudakarî, dest ji hedefgirtina welatîyên Gazeyê berde."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.