GÜNDEM

ERDOGAN BI XELETÎ REKTOR JI ZANÎNGEHEKE DIN RE TAYÎN KIR

Biryara tayînkirina rektoran ya ji bo 6 zanîngehan bi îmzeya Serokomar Erdogan di Rojnameya Fermî de hat weşandin

ERDOGAN BI XELETÎ REKTOR JI ZANÎNGEHEKE DIN RE TAYÎN KIR

Biryara tayînkirina rektoran ya ji bo 6 zanîngehan bi îmzeya Serokomar Erdogan di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Piştê demeke kin ji Rojnameya Fermî verastkirinek hat. Di sererastkirina hatîye kirin de hat ragihandin ku ji dêleva "Zanîngeha Kahramanmaraş Îstîklalê”, "Zanîngeha Kahramanmaraş ya Sutçu Îmamê" hatîye nivîsandin. Halê dawîn yê serasrtkirî ji nû de di rojnameya fermî de hat weşandin. Alîkarê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanê vê rewşê da û got; "Me ev jî dît!!! Di dawîyê de me ev yek di pergala bêhevseng, bê çavdêrî, bêkontrol de dît. Em bi Serokomarê ku li zanîngeheke xelet rektor tayîn kirîye re rû bi rû ne. Biryarnameya şaş çawa tê amadekirin? Çawa tê îmzekirin? Çawa tê weşandin? Êdî wextê rizgarkirina welat ji vê revşê ye."  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.