NÛÇEYÊN KURDÎ

EREN, FIROTINA ERDÊN ŞAREDERÎYAN JI MECLÎSÊ PIRS KIR

Derbarê firotina erdên giştî yên şaredarîyên Amedê yên ku qeyûm li ser in, pirsnameyek pêşkeşê Meclîsê hat kirin.

EREN, FIROTINA ERDÊN ŞAREDERÎYAN JI MECLÎSÊ PIRS KIR

Derbarê firotina erdên giştî yên şaredarîyên Amedê yên ku qeyûm li ser in, pirsnameyek pêşkeşê Meclîsê hat kirin.

Parlamenterê Amedê yê Partîya Wekhevî û Demokrasîyê (HEDEP) Serhat Eren, di hincetkirina pirsa Meclîsê de wiha got, "Şaredarîyên di bin rêveberîya qeyûman de, bi reklamên weke 'erd diqedin, firsenda sandina erdan winda nekin', bi rastî weke sîteya emlakê tevdigerin.

Li gorê daxuyanîya dawî ya di 28.10.2023'an de hat weşandin, Şaredarîya Kayapinarê 15 milkan derxiste firotinê.” Eren di pirsnameya meclisê ya ku ji Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya xwest ku bibersivîne de wiha pirs kir: "Sedema ku mal û milkên şaredarîyên Erxenî, Yenîşehîr û Baglarê tên firotin çi ye û ji firotanê çi feydeya gel tê hêvîkirin" Bi kîjan rêbazê bihayên texmînkirî yên erdan ji bo firotanê têne destnîşankirin? Deynê Şaredarîya Kayapinarê heye, eger hebe bi giştî deynê wê çend e?”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.