GÜNDEM

JI SANCAR DAXUYANÎYA ‘NAMZEDÊ HEVPAR’: “EM Ê MUZAKERE BIKIN”

Hevserokê Giştî yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar got, "Eger ji bo namzetê Serokomarîyê ji alîyê Tifaqa Millet ve bê dîyarkirin, bêje 'Em dixwazin bi we re muzakereyê bikin' em ê muzakereyê bikin."

Sancar, derbarê mijara girtina HDPê û niqaşên namzedê serokkomarîyê de ji TELE 1ê pirsên rojnameger Zeynel Lule bersivand û got ku ji bo muzakereyê 11 prensîbên partîyê yên sereke hatine ravekirin. Pirsgirêkên welat û pêşnîyarên çareserîyê jî di nav de ye û bal kişand ser deklerasyona “Banga Demokrasî, Edalet û Aştîyê”. Sancar got, "Eger di xalên bingehîn de lihevkirinek çêbibe, wê îradeya namzetê hevpar hebe û wê ev hikûmet bi hêsanî winda bike." Ji Sancar hat pirsîn, "Gelo namzetek ku hûn li bendê ne hene?" bersiva pirsê da û wiha got: "Nav ne di rojeva me ya sereke ye. Rêbaz û naverok di serî de ye. Kesê ku wê vê bike bila were."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.