NÛÇEYÊN KURDÎ

ERSOY: TCK 216 ÇIMA DERBARÊ DORTBÛDAK DE NAKEVE MERÎYETÊ

Parlamentera Stenbolê ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Oya Ersoy, Meleyê Mizgefta Mewlana Xalid a Rihayê Şükrü Dortbûdak, ji ber daxuyanîyên wî yên derbarê jin û zarokan de û ku wek pedofîlîyê diparêze kiribû, xist rojeva meclîsê.

Dortbûdak li ser medyaya civakî vîdyoyek belav kiribû û tê de wiha gotibû: “Mil û sîngê û her derê zarokê ji derve ye dû re dibêjin pedofîlî sûc e. Tu rê li pedofîlîyê vedikî. Heke tu van tiştên tahrîk bike bikî, cil û bergên rojavayê têxî nav malbatê helbet civak wê xera bibe û sûcên pedofîlîk jî wê zêde bin.” Oya Ersoy ji bo Alîkarê Serokomar Fûat Oktay pêşnîyaznameya da û wiha got: “Gelo derbarê Dörtbûdak de lêpirsîn hate destpêkirin? Xalbenda TCK’yê ya 216’an ji bo Dortbûdak ku bi aşkera îstîsmara zarokan teşwîq dike çima nakeve merîyetê? Wezîfedarê dînê wê bi sedema meşrûkirina îstîsmara zarokan ji peywîrê bê girtin? Ji bo helwest û gotinên wezîfedarên dînê yên bi vî rengê rê nede xebatên we hene?”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.