NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎSAL HEJMARA ŞÎRKETÊN HATINE GIRTIN JI SEDÎ 52,5 ZÊDE BÛN

Di 2 mehên ewil yên sala 2023’an de nêzî 3 hezar şîrket hatin girtin û zêdeyî 23 hezar şîrket jî hatin avakirin.

ÎSAL HEJMARA ŞÎRKETÊN  HATINE GIRTIN JI SEDÎ 52,5 ZÊDE BÛN

Di 2 mehên ewil yên sala 2023’an de nêzî 3 hezar şîrket hatin girtin û zêdeyî 23 hezar şîrket jî hatin avakirin.

Li gor daneyên Yekîtîya Odeyan û Borseyan a Tirkîyeyê (TOBB) di mehên Çile û Sibatê de hejmara şîrketên hatin girtin li gor salekê ji sedî 52,5 zêde bû. Di 2 mehên ewil ên salê da bi tevahî 2 hezar û 744 şirket hatin girtin.

Li alîyê din hejmara şîrketên ku di 2 mehên ewil ên salê de hatin avakirin li gor heman meha par ji sedî 11,6 zêde bû û derket 23 hezar û 713an.

Di heman serdemê de hejmara koperatîfên hatine avakirin ji sedî 63 zêde bû, hejmara kargehên bazirganîyê yên ji alîyê kesayetan ve hatine avakirin ji sedî 3,2 kêm bû. Bajarê ku di meha Sibatê de şîrket lê avanebûye bajarê Bartinê ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.