NÛÇEYÊN KURDÎ

MÎROGLU: GER HEDEP ŞAREDARÎYAN KAR BIKE WÊ QEYÛM DEWAM BIKE

Endamê MKYK'ê yê AKP'ê Orhan Mîroglû derbarê hilbijartinên herêmî de wiha got, “Girtina dema qeyûmê bi tercîhên hilbijêran ve girêdayî ye.

MÎROGLU: GER HEDEP ŞAREDARÎYAN KAR BIKE WÊ QEYÛM DEWAM BIKE

Endamê MKYK'ê yê AKP'ê Orhan Mîroglû derbarê hilbijartinên herêmî de wiha got, “Girtina dema qeyûmê bi tercîhên hilbijêran ve girêdayî ye.

Di vê hilbijartinê de AK Partî û HDP wê li Rojhilatê di pêşbirkê de bin. AK Partî wê bikeve pêşbirkê û şaredarîyan bi dest bixe. Rêyeke din tine.” Endamê Lîjneya Biryar û Rêveber a Navend (MKYK) ya AKP'ê Orhan Mîroglû dîyar kir ku "dawîya dewra qeyûmê ya ku ev 7 sal e dewam dike, wê bi kêrî her kesê bê" û got ku rêya vê yekê jî ew e ku AKP şaredarîyên herêmê bi dest bixe.

Mîroglû destnîşan kir ku ji bo şaredarîyên ku HEDEP bi dest bixe wê dîsa qeyûm bên tayînkirin. Mîroglû ji Serbestîyetê ji Gokhan Korkmaz re axivî û dîyar kir ku hilbijartinên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê wê di navbera AKP û HEDEP'ê de bên kirin û wiha berdewamkir, "Bi dawîbûna dema qeyûmê ya ku 7 sal e dewam dike, wê ji bo berjewendîyên hemû kes, sîyaseta sivîl û demokrasîyê ye. Lê belê ev yek bi peymanên bi HDP'ê re pêk nayê.

Jixwe lihevkirinek bi vî rengê tine. Girtina heyama qeyûm bi tercîhên hilbijêran ve girêdayî ye. Di vê hilbijartinê de AK Partî û HDP wê li Rojhilat bikevin pêşbirkê. AK Partî wê bikevin pêşbirkê û şaredarîyan bi dest bixin. Wekê din tu rê nemaye. Serketina HDP'ê tê wê wateyê ku hin komîteyên derqanûnî wê dîsa bikevin dewrê. Di vê konjuktura sîyasî de dewlet rê nade ku ev komîteyên KCK'ê yên îlegal ên ku min behs kir, şaredarîyan bi rêve bibin. Ti nîşana wê yekê tine ye ku îtîrazeke cidî ya HDP'ê li rêveberîya şaredarîyên HDP'ê ji alîyê komîteyên KCK'ê ve bê kirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.