NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ KIRÊYA XANÎYAN BÛ DUQAT! KES GUH NADE SÎNORÊ JI SEDÎ 25AN

Li Amedê ji ber erdhêjê û krîza aborî kirêya xanîyan qat bi qat zêde bû. Karkerên sîteyan dîyar kirin ku gelek welatîyan ji bo ku kirêya xwe bidin deyn wergirtine.

LI AMEDÊ KIRÊYA XANÎYAN BÛ DUQAT! KES GUH NADE SÎNORÊ JI SEDÎ 25AN

Li Amedê ji ber erdhêjê û krîza aborî kirêya xanîyan qat bi qat zêde bû. Karkerên sîteyan dîyar kirin ku gelek welatîyan ji bo ku kirêya xwe bidin deyn wergirtine.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, ji ber erdhejên ku di 6'ê Sibatê de li Mereşê pêk hatin û krîza aborî ya kûrtir bûye, zêdebûna kirêya xanîyan berdewam e. Her çend rêziknameya ji sedî 25 sînordarkirina zêdekirina kirê heta 1'ê Tîrmeha 2024'an hat dirêjkirin jî, xwedîyê xanîyan vê rêziknameyê bi cih naynin. Li navenda Amedê bihayê kirê ku berê di navbera 2 û 3 hezar lîreyî de bû, derket 7-8 hezar lîre. Bihayên kirê yên ku di navbera 5 û 7 hezar lireyî de bûn jî, derket 10-15 hezar lire. Li navçeya Bağlarê kirêya xanîyan di navbera 5 û 12 hezar lîre de ye. Li navçeya Sûrê jî, ji 2 hezarî heta 20 hezar lîre, li navçeya Yenîşehîrê ji 6 hezar heta 15 hezar lîre, li navçeya Kayapinarê di navbera 6 hezar û 22 hezar lîreyî de diguhere. Emlakfiroşan dîyar kirin ku divê pêşî li bazara azad bê girtin. Malbatên ku derfeta wan a xanîyekê tune ye, ji bo di kirê de bimînin ji bankayê kredi wergirtine.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.