NÛÇEYÊN KURDÎ

JOLIE Û MÛRAD HERÊMA KURDÎSTANÊ ZÎYARET KIRIN

Yek ji rizgarbûyên qirkirina Êzidiyan, xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nadîya Mûrad û stêrka Hollywoodê Ancelîna Jolê Angelina Jolie serdana Şengalê ya Herêma Kurdistanê kirin.

JOLIE Û MÛRAD HERÊMA KURDÎSTANÊ ZÎYARET KIRIN

Yek ji rizgarbûyên qirkirina Êzidiyan, xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nadîya Mûrad û stêrka Hollywoodê Ancelîna Jolê Angelina Jolie serdana Şengalê ya Herêma Kurdistanê kirin.

Mûrad û Jolie, Sefîrê Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî (NY) projeyên ku Mûrad li gundê Koço yê ku di sala 2014'an de jenosîda DAIŞ'ê pêk hat, dabû destpêkirin, lêkolîn kirin.

Jolie û Mûrad di çarçoveya projeya bi navê "Însîyatîfa Nadîya" de çûn serdana nexweşxaneya ku tê avakirin û gundê 'Koçoyê zîyaret kirin.

Herdû jînên ku ji Bexdayê bi helîkopterê çûn Şengalê, li qada ku kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin û di gorên komî de hatin dîtin û careke din hatin definkirin, zîyaret kirin. Mûrad piştê serdanê daxuyaniyek da û banga wekheviya derfetên jin û keçan kir û spasiya Jolie kir.

Jolie jî wiha got, "Ez şanaz im ku vê carê vegeriyam Iraqê ji bo piştgirîkirina xebata hevala xwe Nadiya Mûrad û êzîdiyên din ên ku piştê wê hovîtîya ku bi serê wan de hatîye, jiyana xwe ji nû ve ava dikin. Jolie berî niha jî serdana kampên penaberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê kiribû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.