NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AYDINÊ JI BO MALBATEKA KURD ÊRÎŞA NIJADPERESTÎ

Li gor îdîayan malbateka Kurd li Aydinê rastê êrîşa nîjadperestî hatin.

LI AYDINÊ JI BO MALBATEKA KURD ÊRÎŞA NIJADPERESTÎ

Li gor îdîayan malbateka Kurd li Aydinê rastê êrîşa nîjadperestî hatin.

Li gor agahîyên ku hatin bi destxistin malbateka Kurd ku li Aydinê dijîya ji gundê Arpadereyê ya li navçeya Încirlîovayê ya Aydinê ji xwe re xanîyek stendin. Hat dîyarkirin ku yek ji endamê malbatê Cengîz Turkan ji bo ku xanîya stendîye bibîne çû gundê Arpadereyê û li wir gundîyan gef lê kirin. Li gor îdîayan gundî Kurdbûna malbatê kirine hincet, bi helwesteke nijadperest gotine ku hûn nikarin li vê gundê bi cîh bibin. Hat dîyarkirin ku malbat piştê gefa ku li wan hate kirin ji gund derketine û şênîyên Arpadereyê pêşîya siwareyaa ku malbata Kurd tê de bûn bi traktor û kamyonan girtine û bi dar, hesin û çekan êrîşên nijadperest pêk anîne. Hat ragihandin ku di êrîşê de 4 kes bi awayekî giran rastê êrîşên fîzîkî hatin. Li gor îdîayan hat dîyarkirin ku yek ji endama malbatê Semra Turkan dema bûyerê de li ser aplîkasyona Piştgirîya Jinan (KADES) ji polîs û cendirmeyan alîkarî xwestîye lê tu hêzên rayedar bersiv nedane û nehatine cîhê bûyerê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.