GÜNDEM

GEFÊN MIRINÊ KU LI NAHÎT EREN HATIBÛ KIRIN HAT ŞERMEZAR KIRIN

Gef û tehdîtên mirinê ku ev çend rojin li Serokê Baroya Amedê Nahît Eren tên kirin, ji alîyê Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê ve daxuyanîyek hevpar hat şermezar kirin.

GEFÊN MIRINÊ KU LI NAHÎT EREN HATIBÛ KIRIN HAT ŞERMEZAR KIRIN

GEFÊN MIRINÊ KU LI NAHÎT EREN HATIBÛ KIRIN HAT ŞERMEZAR KIRIN

Gef û tehdîtên mirinê ku ev çend rojin li Serokê Baroya Amedê Nahît Eren tên kirin, ji alîyê Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê ve daxuyanîyek hevpar hat şermezar kirin.

Seroka Lijneya Rêvebiriya DOGUNKADê Rojda Yilmaz, di xwendina daxuyaniya hevpar de wiha got: “Ji ber ku birîna Serokê Baroya me yê qetilkirî Tahîr Elçî hêj baş nebûye, helbet em ê li hemberê van gefên li ser Nahît Eren û endamên malbata wî tên kirin re bêdeng nemînin." Serokê DTSO Mehmet Kaya jî axivî û wiha got, “Em diyar dikin ku ev ne tesadufî ne û ji ber senaryoyeke destpêkê ya lîstikên qirêj ên berê, bi fikar in. Di demên dawî de ji bo Serokê Baroya me û malbata wî xebateke li ser hedef nîşandayîna wî tê meşandin.” Serokê Baroya Amedê Nahît Erenê ku bûye hedefa tehdîdan di daxuyaniyê de axivî û spasiya hemû kesên ku piştgirî dane wî kir.

Eren, anî ziman ku Baroya Amedê berê jî bedelên giran dane û wiha got, “Tişta ku em hemû dixwazin, di rastiyê de hawirdora aştiyê ye. Baroya Amedê berê jî rastê van gefan hat. Baroya Amedê bedelên giran dan e. Dema ku me ev bar danî ser milê xwe, bizanebûn me ev berpirsyarî hilgirtî ye.

Îro jî em ê li hemberê vê feraseta ku zarok û malbatên me tehdîd dike bêdeng nemînin. Bi vê wesîleyê ez weke Serokê Baroya Amedê daxwaza xwe ya ji meqamên edlî re dubare dikim ku divê gavek berî gavekê ev derdorên tarî bên eşkerekirin û darizandin.  Der barê vê mijarê de me serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Ez dizanim ku ji bo destnîşankirina kesên pêwîst di vî warî de lêkolîn hene.

Em dizanin ku li Amedê dem bi dem gef li saziyên sivîl ên din jî tên kirin. Bêcezabûn diyardeyek e ku hêz dide wan. Di vê wateyê de em ji darazê daxwaz dikin ku tavilê hesasiyeta pêwîst nîşan bidin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.