NÛÇEYÊN KURDÎ

GELÊ AMEDÊ JI ZEMA HEQÊ RÊ YA NAVBAJÊR RE BERTEK NÎŞAN DAN

Gelê Amedê bertek nîşanê zema ku wê li veguhestinê bê kirin da û destnîşan kirin ku em êdî nikarin li mînîbusên navbajêr jî siwar bibin.

GELÊ AMEDÊ JI ZEMA HEQÊ RÊ YA NAVBAJÊR RE BERTEK NÎŞAN DAN

Gelê Amedê bertek nîşanê zema ku wê li veguhestinê bê kirin da û destnîşan kirin ku em êdî nikarin li mînîbusên navbajêr jî siwar bibin.

Mînîbusên Amedê ku ji bo gel bi 6 lîre û nîvan, ji bo xwendekaran jî 3 lîre û nîv bû, wê ji 3’yê tîrmehê ve ji bo gel bibe 10 û ji bo xwendekaran jî wê bibe 6 lîre. Otobusên şaredarîyê jî, ji 5 lîreyan derket 8 lîreyan.

Welatîyên Amedê nerazîbûna xwe anîn ziman û bertek nîşanê biryara zemê dan.

Sedat Aslan, destnîşan kir ku ew bêkar e û ji ber ku pereyê wî tuneye ew neçar maye ku bi meşê biçe hin deveran.

Welatîyekî din jî dîyar kir ku sedema krîza aborî ji ber sîstemê ye û wiha got: “Eger benzîn û mazot zêde nebûna, heqê rê ya mînîbusan jî zêde nedibû.

Pirsgirêk ne bihabûna heqê rê ya mînîbusan e. Pirsgirêka sereke sîstem bi xwe ye. Heya ku ev pergal neguhere wê zem û bihabûn bidome.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.