NÛÇEYÊN KURDÎ

GELÊ ROJHILATÊ JI BO JÎNA EMÎNÎ DEST BI GREVA GIŞTÎ KIRIN

Li Îranê gelê Kurd ji bo mirina Jîna (Mahsa) Emînî ya 22 salî protesto bike dest bi greve kirin.

GELÊ ROJHILATÊ JI BO JÎNA EMÎNÎ DEST BI GREVA GIŞTÎ KIRIN

Li Îranê gelê Kurd ji bo mirina Jîna (Mahsa) Emînî ya 22 salî protesto bike dest bi greve kirin.

Jîna (Mahsa) Emînî (22) dema ji bo serdana malbata xwe bike çûbû Tehranê, di 14’ê îlonê de ji alîyê polîsên exlaqê yên rejîma Îranê ve bi hinceta ku li gor rêzikan laçikê dananîyê serê xwe hat binçavkirin û dû re bi êşkenceyên polêsan Emînî jîyana xwe ji dest da û ji bo mirina wê protesto dewam dikin.  Di heman demê de Partîya Jîyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Yekîtîya Azadî û Demokrasîyê ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) di 17’ê îlonê de banga greva giştî li gelê Îran û rojhilatê Kurdistanê kirin. Partîyên girêdayê Navenda Hevkarîya Partîyên Kurdistanê, komeke partîyên ji Rojhilat, sazîyên civaka sivîl û aktîvîstên sîyasî jî banga piştevanîya greva giştî kirin. Li ser banga partîyan, îro gelek bajêrên Îranê greva giştî dest pê kirin. Di çarçoveya greva giştî de welatîyan li bajarên Seqiz, Sinê, Sîno, Bûkan û Baneyê dikanên xwe venekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.