NÛÇEYÊN KURDÎ

GELEK WELAT SEFERÊN BALAFIRAN JI BO ÎSRAÎLÊ RAWESTANDIN

Piştê pevçûnên li Îsraîlê, gelek şîrîketên balafiran ragihandin ku wan seferên xwe yên ber bi Îsraîlê ve rawestandîye.

GELEK WELAT SEFERÊN BALAFIRAN JI BO ÎSRAÎLÊ RAWESTANDIN

Piştê pevçûnên li Îsraîlê, gelek şîrîketên balafiran ragihandin ku wan seferên xwe yên ber bi Îsraîlê ve rawestandîye.

Şîrîketên Amerîkî United Airlines, Delta û American Airlines ragihandin ku wan ji duh ve seferên rasterast ên ji bo Îsraîlê rawestandîye. Piştre, şîrîketa Fransî Air France û şîrîketa Fînlandîyayê Finnair tevlê van şîrketan bûn.

Di daxuyanîya ku ji alîyê United Airlines ve derbarê mijarê de hat dayîn de hat dîyarkirin ku "heta şert û merc destûrê bidin" hemû seferên ber bi Îsraîlê ve hatine rawestandin.

Berdevkê şîrîketa Deltayê dîyar kir ku seferên vê hefteyê hatin betalkirin û ji bo seferên pêşerojê ew ê rewşê binirxînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.