NÛÇEYÊN KURDÎ

MELAYÊ KU BANGA HILGIRTINA ÇEKAN KIRIBÛ LI WEZÎFEYA WÎ HAT VEGERANDIN

Melayê mizgeftê Mûrat Gundogdû yê ku ji ber di xutbeya înê de banga hilgirtina çekan kiribû ji wezîfeyê hatibû avêtin, dîsa li wezîfeya wî vegerandin.

MELAYÊ KU BANGA HILGIRTINA ÇEKAN KIRIBÛ LI WEZÎFEYA WÎ HAT VEGERANDIN

Melayê mizgeftê Mûrat Gundogdû yê ku ji ber di xutbeya înê de banga hilgirtina çekan kiribû ji wezîfeyê hatibû avêtin, dîsa li wezîfeya wî vegerandin.

Berîya Hilbijartina Serokomarîyê ya 28ê Gulanê, Melayê Mizgefta Cebecî ya navçeya Sultangazîya Stenbolê Mûrat Gundoğdû, di xutbeya nimêja înê de ji cemaetê re wiha got: “Bira, çekên xwe amade bike.

Di êvara 28ê Gulanê de çekên xwe deynin, du tivingên min hene û bi guleyan barkirî ne. Hodri Meydan! Ev çi ye ku em ji we digirin? 80 sal in vî welatî çi ji we kişandîye? Ew ji nevîyên xwe yên Ermenî çi dikêşe?

Gelek şehîdên me hene.” Hin ji cemaeta mizgeftê bertek nîşanî Îmam Gundogdu dan û welatîyekî ku bertek nîşan da jî bi lêdanê hat avêtin.

Serokatîya Karûbarên Dîyanetê piştê ku bûyer ji raya giştî re hatin eşkerekirin da zanîn ku derbarê mijarê de lêpirsîn dane destpêkirin û Îmam Gundogdu ji wezîfeyê hat avêtin.

Îsmaîl Arî yê ji Bîrgunê ragihand ku piştê 3 mehan Gundoğdu dîsa li heman mizgeftê dest bi melatîyê kirîye.

Miftîyê Navçeya Sultangazî daxuyand ku Gundoğdu vegerîyaye wezîfeya xwe.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.