NÛÇEYÊN KURDÎ

GENEL SAGLIK-ÎŞ: ÎSTÎFA ZÊDE DIBIN, SÎSTEMA TENDIRUSTÎYÊ WÊ RAWESTE

Seroka Sendîkaya Xebatkarên Dewletê yên Şaxa Xizmetê ya Civakî û Tendirustîya Giştî (Genel Saglik-Îş) Derya Ugur dîyar kir ku hejmara bijîşkên ku îstîfa kirine û tewawit bûne ji 10 hezaran zêdetir bû.

Derya Ugur destnîşan kir ku piştê rakirina qedexeyên îstîfayan ku dema şewbê de biryara qedexeyê ji bo bijîşkan hatibû dayîn, ji 10 hezaran zêdetir bijîşk îstîfa kirin. Her wiha Ugur hejmara bijîşkên ku ji bo derveyî welêt kar bikin dîyar kir û wiha axaftina xwe domand: “Di destpêka sala 2002yan de hejmara bijîşkên ku dixwazin li derveyî welêt kar bikin 59 bû lê di sala 2022yan de ji serê salê û heta dawîya Tîrmehê ya 2022yan de ev hejmar gihîşt hezar û 402yan. Heke ev hejmar bi vî awayê zêde bibe dawîya salê de wê 3 hezaran bibîne û sîstema tendirustîyê wê bixetime.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.