NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMÊN WINDAYAN DI HEFTEYA 691'Ê DE QEDERA MEHMETCAN AYŞÎN PIRSÎN

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" cara 691'emîn, li ber Bîrdarîya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu hatin cem hev.

XIZMÊN WINDAYAN DI HEFTEYA 691'Ê DE QEDERA MEHMETCAN AYŞÎN PIRSÎN

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" cara 691'emîn, li ber Bîrdarîya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu hatin cem hev. Serokomar Elîf Turan jî beşdarî çalakîyê bû.

Di çalakîyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn axivî û dîyarkir ku ew di serdemeke ku serdestîya hiqûqê hatiye rakirin û li Tirkîyeyê pevçûnên dijwar rû didin de dijîn. Zeytûn daxwaz kir ku operasyonan bên rawestandin û wiha got; “Em dixwazin ji bo çareserîyê gavên berbiçav bên avêtin.”

Cîgira Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ezgî Sila Demîr, çîroka Mehmetcan Ayşîn, ê ku di girtîgehê de hat windakirin xwend. Demîr, dîyarkir ku leşkerên di 5'ê Gulana 1994'an de avêtin ser Gundê Kiliçliya Licê, Ayşîn û tevî 52 kesên din, hatin binçavkirin. Hate dîyarkirin ku rojek piştê binçavkirinê 3 kes serbest hatin berdan, lê Ayşîn nehat berdan. Piştê daxuyanîyê xizmên windayan çalakîya rûniştinê pêk anîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.