NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎHALEYA 2 NEXWEŞXANEYAN PIŞTÊ MERASÎMA TEMEL AVÊTINÊ HATIYE KIRIN

Derket holê ku îhaleyên nexweşxaneyên lezgîn ên ku dihat xwestin li 2 taxên Hatayê bên çêkirin, 3 roj piştê merasîma temel avêtinê hatiye kirin.

Li gor nûçeya Denîz Ayhan a ji Sozcûyê, îhaleyên nexweşxaneyên li navçeyên Erzîn û Îskenderûnê ku di 24ê Adarê de bi beşdariya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan temelê wan hatibû avêtin, di 27ê adarê de hatine kirin.

Li gor agahiyên ku di Bultena Îmarê ya Giştî de hatin dayîn, îhaleyên nexweşxaneya lezgîn a 50 nivîn a li navçeya Erzînê ku temelê wê di 24ê Adarê de ji teref Erdogan ve hatibû avêtin û îhaleyên nexweşxaneyên dewletê yên 600 nivînî yên li navçeya Îskenderûnê jî di 27ê adarê de hatine kirin.

Parlamenterê CHP'ê yê Edeneyê Burhanettîn Bulut di parvekirina xwe ya derbarê îhaleyan de wiha got, "Di kanalên televîzyonê yên alîgir de devereke biçûk dan ber kamerayê  û piştê weşana zindî bidawî bû jî, rakirin. Wê îhale ji kîjan şîrketê re here, ew jî eşkereye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.