NÛÇEYÊN KURDÎ

RAPORA GIRTÎGEHAN A ÎHD YA STENBOLÊ: 968 BINPÊKIRIN PÊK HATINE

Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê "Rapora binpêkirina mafan a li girtîgehên Herêma Marmarayê" ya mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê li avahiya komeleyê bi civîneke çapemeniyê dîyar kir.

Di raporê de ku bi rêya faks û nameyên girtiyan şandine, bi serîlêdanên bi rêya malbat û parêzerên xwe û rêya çapameniyê hatiye amadekirin de, di meha Nîsanê, Gulan û Hezîran a 2023an de ji 11 girtîgehan bi giştî 30 serlêdan hatine kirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku ji 30 serlêdanan 3 ji ber hincetên edlî û 27 serlêdan jî ji ber sedemên siyasî hatine kirin û hat gotin ku di her serlêdanê de, ji yekî zêdetir binpêkirin hene.

Di raporê de hat destnîşankirin ku di meha Nîsanê de 298, di Gulanê de 186 û di Hezîranê de jî 242 bi giştî 726 binpêkirinên mafan pêk hatine. Her wiha 242 binpêkirin bi rêya sînevîzyona çapemeniyê hatine tomarkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku di 3 mehan de bi giştî 968 binpêkirin pêk hatine.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.