NÛÇEYÊN KURDÎ

GHEBREYESUS: LI GAZE’YÊ ZAROK JI BIRÇÎNA DIMIRIN

Rivebirê Giştî yê Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO)

GHEBREYESUS: LI GAZE’YÊ ZAROK JI BIRÇÎNA DIMIRIN

Tedros Adhanom Ghebreyesus da zanîn ku li Gazeyê zarok ji birçîna dimirin, banga xwe ya ji Îsraîlê re ya "Ji bo gîhandina alîkariyên mirovî bi ewle û bi rêkûpêk" dubare kir.

 

Ghebreyesus got ku serdana WHO ya li nexweşxaneyên El Awda û Kamal Adwan ên li Gazeyê di dawîya hefteyê de pêk hat, piştê şerê Îsraîl-Hamasê ku di 7ê cotmehê de dest pê kir, yekem bû.

 

Ghebreyesus bal kişand ser çavdêrî û nirxên xwe, yên ku wî wekî "encamên bi êş" binav kir, "Nexwarina pir zêde, zarokên ku ji birçîna dimirin, tinebûna neft, xwarin û pêdivîyên bijîjkî, hilweşîna avahîyên nexweşxaneyê. Lê dermanê sereke yên ku ji hemû zarok û nexweşan re pêwîst e ‘aştî, agirbest’ e.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.