NÛÇEYÊN KURDÎ

GOTINA “MAMOSTE” WEK KODNAV HATÎYE NIRXANDIN

Di îdîanameya ku derbarê Hevserokê girtî yê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta Alî Yalçinkaya de hat amadekirin de peyva "mamoste" wek kodnav hatîye nirxandin.

GOTINA “MAMOSTE” WEK KODNAV HATÎYE NIRXANDIN

Îdîanameya derbarê Yalçinkaya de hat amadekirin hat qebûlkirin.

Di beşeke mezin a dosyayê de hevdîtina Yalçinkaya ya bi telefonê ya bi perwerdekaran re di çarçoveya xebatên komeleyê de weke sûc hat dîtin.

Telefona Yalçinkaya 6 meh hate gohdarkirin û di vê demê de dema ku bi perwerdekaran re diaxivî û jê re digotin “mamoste” ev peyv wek kodnav hatîye nirxandin.

Her wiha di îdîanameyê de qursên Kurdî ên ku ji hêla Yalçinkaya ve hatine dayîn wekê "çalakîyên ji bo rêxistinê", "ji bo rêxistinê bi destxistina endamên nû”, “propagandaya rêxistinê” di dosyayê cîh girtîye.

Danişîna ewil a doza ku derbarê Yalçinkaya de hatibû vekirin wê di 18ê Çileyê de bê dîtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.