NÛÇEYÊN KURDÎ

GUHERTINA NAVÊ TAXA KITILBILÊ DI ROJEVA MECLÎSÊ DE YE

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remzîye Tosun, di derbarê guherandina navê Taxa Kitilbîlê ku weke Taxa Fetîh hat guherandin, pirsnameyek pêşkêşê Meclîsê kir.

Parlamentera HDP'ê Tosun, di pirsa meclîsê ya ku ji alîyê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ve hat dayîn de wiha got; “Sedema guhertina navê Taxa Kitilbilê ku bêyî destûra ti welatîyan bû 'Fetîh' çi ye? Haya wezareta we ji vê mijarê heye? Wezareta we wê di derbarê welatîyên ku li Taxa Kitilbilê ji warên xwe hatin koçkirin de tiştekî bike? Armanca guhertina navê taxê çi bû? Gelo di agahîya wezareta we de ye ku navên tax û kolanên ku Kurdî yan jî nirxên gelê Kurd in, bi navên oldar û AKP'yîyan tên guhertin û bêhurmetîyê li gelê Amedê dikin? Sedema guhertina navên gund, tax û cihên bi vî rengî ku ne li gor bîr û dîroka bajêr e, çi ye? Guhertinên navan bi fermana Wezareta we têne kirin?”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.