NÛÇEYÊN KURDÎ

GULÎSTAN DOKÛ EV HEZAR ROJ IN NEHAT DÎTIN!

Ji ser wendabûna Gulîstan Dokû ku li Dêrsîmê wenda bûbû hezar roj derbas bû.

GULÎSTAN DOKÛ EV HEZAR ROJ IN NEHAT DÎTIN!

Ji ser wendabûna Gulîstan Dokû ku li Dêrsîmê wenda bûbû hezar roj derbas bû.

Gulîstan Dokû (21) ku xwendevana Zanîngeha Munzurê bû ji 5’ê çileya 2020’an vir ve jê tu agahî nayê girtin. Ji ser wendabûna wê hezar roj derbas bû lê dosyeya wê de ev du sal in geşedanek tuneye. Gumanbarê sereke ya dosyeyê Zainal Abarakov, çendîn caran hat binçavkirin û dû re serbest hat berdan. Digel bertekên malbata Dokû, parêzeran û rêxistinên jinan, Abarakov nehat girtin. Parêzerê malbata Dokû Alî Çîmen bal kişand ser zelalbûna dîmenên kamerayê ya ewlehîyê ku wê ji Buroya Krîmînal a Netewî bê û dîyar kir ku bi vê geşedanê dibe lêpirsîna dozê encamek bide, lê mixabin niha tu geşedanek derbarê dozê de tune ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.