NÛÇEYÊN KURDÎ

GUMANBARÊ KU BI ÇEKÊ ÊRÎŞÊ ZAVA KIRIBÛ HAT GIRTIN

Gumanbarê ku li Amedê di merasima dawetê de bi çekê êrîşê zava kiribû, hat girtin.

GUMANBARÊ KU BI ÇEKÊ ÊRÎŞÊ ZAVA KIRIBÛ HAT GIRTIN

Gumanbarê ku li Amedê di merasima dawetê de bi çekê êrîşê zava kiribû, hat girtin.

 

 

Zava Ahmet Erdem û bûk Fatma Aktaş ên ku ji bo merasima hineya xwe ya li Taxa Mezopotamya ya navçeya Kayapinarê ketin salona dawetê, bûbûn hedefa guleyên Selahattîn Aktaş.

Di bûyerê de zava Ahmet Erdem birîndar bû, ji berbûyê dawetê H.K ê 10 salî jî, ji pîyê xwe sivik birîndar bûbû.

Ekîbên polêsan, gumanbarê ku ji cihê bûyerê revîyabû di demeke kin de binçav kirin. Gumanbar ji alîyê mehkemeyê ve hat girtin û şandin girtîgehê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.